Yekîtiya Awrûpayê paketa dorpêçan ji bo ser Rûsyayê amade dike
PeyamaKurd - Yekîtiya Awrûpayê paketa dorpêçan ji bo ser Ûkraynayê amade dike. Paketa dorpêçê ya 12em e û di nav de bazirganiya almasê heye ku dixwazin bigihînin heya roja Çarşemê da pêşniyarî endaman bikin.
Nûnerê bilind yê karên derve û siyaseta ewlehiyê ya YAê Josep Borrell, di dawiya civîna wezîrên karên derve yê YAyê ku li Brukselê hat kirin de daxwuyaniya xwe da û got:
“Hindik maye em xebatên xwe yên paketa 12em biqedînin. Di nav pakete de tedbîrên kesayetî, aborî û sektorî hene. Heya roja Çarşemê em dixwazin amade bikin. Di nav de qedexeya îxracatê, almas û bihayê petrolê hene.”
Ji bo paket bikeve pratîkê divê welatên endam biryarê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin