Almanya ji Yekîtiya Awrûpayê xwest ku dorpêçan deyne ser Nîjerê
PeyamaKurd - Almanya ji Yekîtiya Awrûpayê xwest ku dorpêçan deyne ser rêvebiriya leşkerî ya Nîjerê da Nîjer dagere ser demokrasiyê û ji nûh de destûrê tesîs bike.
Rêvebirên wezareta karên derve yên Almanya ji bo ECOWASê destek bikin hevdîtin kirin. Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock, bi aktorên navdewletî re axftinan kir.
Balyozê Almanya yê ji wezareta karên derve ku ji Afrîka bin Sahrayê û ji herêma Sahelê berpirse Christopf Retzlaff û wezîra geşepêdan û hevkariya Abodriyê ya Almanya Svenja Schulze ji bo çawa bi awayeka baş karibin destekê bidin ECOWASê, li payîtexta Nîjeryayê li Abûjayê hevdîtin dikin û weha ragihandin:
“Me hevkariya geşepêdan û ewlehiyê da rawestandin û em dixwazin YA li hemberê derbekaran dorpêçan deyne.”
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wezîra Alman Annalena Baerbock di rojên dawiyê de bi wezîrê karên derve yê Nîjerê Hassoumi Massaoudou, bi serokê komisyona Yekîtiya Afrîkayê (AfB) bi Moussa Faki Mahamat,bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û bi wezîra karên derve ya Fransayê bi Catherine Colonna re di rêya telefonê de axifiye.
Li Nîjerê di 26 ê Temmûzê de fermandarê alaya parastina serokkomariyê dest danîbû ser rêvebiriyê û dest danîbûn ser serokkomarê sîvîl Muhammed Bazum. Bazum niha di qonaxa xwe de tê girtin lê dikare telefonê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin