Almanya ji Sirbistanê re got: Ya Rûsya yan Yekîtiya Awrûpayê hilbijêre

01 November 2022 23:28 0 dîtin
Almanya ji Sirbistanê re got: Ya Rûsya yan Yekîtiya Awrûpayê hilbijêre

PeyamaKurd – Berlin a Almanyayê wê ji roja pêncşema bê û pê de, bibe mala Konferansa Balkan a Rojava. Berya konferansê, hukumeta Almanya ji Sirbistanê xwest ku rojekî zûtir di navbera Yekîtiya Awrûpayê û Rûsyayê de tercîhekî bike. Nûnerekî hukumeta Almanya li Berlînê ji bo rojnamevanan daxwuyanî da û got:

“Dema em li pêşdeçûnên jeopolîtîk dinêrin, her diçe pêwistiya dayîna biryarê ya di mijarê de zêdetir dibe. Ji ber Sirbistan bi Rûsya re peymana xwurtkirina hevkariyê kiriye, em şaş man û xeyalên me şikestin. Ev pêngav û biryara dorpêçên YA yê yên ser Rûsyayê û welatên namzedê endamtiya YA yê, li hev nînin.

Weka em dişopînin, serokwezîrê Sirbistanê Aleksandar Vucic, xwediyê tecrubeyên zêde ye û di navbera YA û Rûsya de diçe û tê. Lê ji bo karibe li ser rewşekî sabît bimîne, vê meşa wî her here, wê aciziyê bide. Eger Vucic, li ser şopa YA yê here, wê karibe desteka Alamanya bistîne lê ger bi eksa wê tevbigere, wê encamên bi eksa vêya derên ortê.

Raste weka dîrokî Sirbistan bi Rûsya re têkiliyên wê yên baş hene. Welatên rojavayê Balkan û endamên YA yê aciziyê dikin ku Rûsya di rêya hukumeta Sirban de li herêmê desthilata xwe zêde bike, fireh bibe û ev endîşa me ye.”