Yekîtiya Awrûpayê dorpêçan danî set 11 kes û 4 dezgeyên Îranî

17 October 2022 22:34 0 dîtin
Yekîtiya Awrûpayê dorpêçan danî set 11 kes û 4 dezgeyên Îranî

PeyamaKurd – Piştî civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên Yekîtiya Awrûpayê, nûnerê karên derve û cîgirê serokê komîsyona YA yê Josep Borrell ragihand ku piştî li Îranê protestoyên bi kuştina keça Kurd Mahsa Jîna Emînî li seranserê Îranê destpêkirin, li hemberê çalakvanan bi sedema ku tevgerên tund nîşan dane, wezîrê zanîn û teknolojiya gihandiniyê Îsa Zarepûr û 11 kesên din û bi wan re 4 dezge an ku şîrketan xistine nav lîsta dorpêçan. Borrell di mijara Îranê de weha got:

“Me ji bo parastina Ûkraynayê ya li hemberê Rûsyayê, ji bo li Qafqasyayê îstîqrar û li Îranê mafên mirovan biparêzin, biryarên girîng da. Em zîndana Evîn ya Tehranê baş dişopînin. Bi wezîrê karên derve yê Îranê re rewşa mehkûmên zîndanê bi taybetî ya zîndaniyên Awrûpî yên siyasî ji bo di ewlehiyê de bin, em hevdîtinan dikin.

Li ser kuştina Mahsa Emînî û prtestoyên ku di peyde destpêkirin, li gor rêxistinên sîvîl 100 kes zêde jiyana xwe ji dest dane. Li ser pêşniyara serbalyozên welatên endam, me 11 kes û 4 dezgeyan xist lîsta dorpêçan. Em dixwazin herkesê têkiliya wan bi kuştina Mahsa Emînî re hebe, bixin nav hedefa xwe û em amade ne ku lîstê zêde bikin. Em banga xwe ji hukumeta Îranê re dikin û dibêjin girtiyên siyasî serbest berdin û rêz li azadiya fikran bigrin. Ji ber wezîrê zanîn û teknolojiya gihandinê Îsa Zarepûr li Îranê înternetê biriye, me wî xist nav lîsta xwe.

Me delîlan daye hev ku tevî Îran qebûl nake jî, di êrîşên Rûsya de, Rûsya balafirên bêajotvan yên ku Îranê ji wan re tehsîs kiriye bikartîne. Wezîr Kuleba li ser van cûre sîlihan agahî da me. Em jî agahiyan didin hev. Em amade ne bi temamê qeweta xwe bertekê nîşan bidin. Em niha delîlan didin hev.”