Yekîtiya Awrûpayê dorpêçên nûh danî ser Rûsya

20 July 2022 21:35 0 dîtin
Yekîtiya Awrûpayê dorpêçên nûh danî ser Rûsya

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê paketa ku tê de kirîna zêr û mucewheran ji Rûsyayê heye, tesdîq kir. Li gor belavkirina di ser hesabê medya civakî ya Çekya de ku di vê dewrê de serokê YA ye, nûnerên endamên YA yê li Brukselê civiyane, paketa nûh ya dorpêçan ya ser Rûsyayê erê kirine û tedbîrên ku biryara wan dane, wê siba di rojnama fermî ya YA de belav bikin û bên bicîhanîn.

Li gor biryarê; wê heyiyên hinek rêvebirên Rûsyayê û dezgeyan bixin nav lîsta dorpêçan. Kesên bixin lîsta reş wê nikaribin seredana YA yê bikin. Berê, banka Rûsyayê ya herî mezin Sberbankê ji sîstema bankayê ya SWIFT ê derxistibûn û wê dest deynin ser heyiyên wan.

Dorpêçên ku bên bicîhanîn, divê di asta dinyayê de zerarê nede ewlehiya xida û enerjiyê.