Îran: Wê dorpêçên nu yên Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê bê bersiv nemînin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan, ragihand ku dorpêçên berya salvegera kuştina Jîna Emînî yên ji terefê Amerîka, Îngîltere û Yekîtiya Awrûpayê de danîne ser Îranê, wê bê bersiv nemînin.
Huseyin Emir Abdullahiyan, ragihand ku piştî Amerîka yekalî ji peymana nuklerî vekişiya, welatên Awrûpayê berpirsiyariyên xwe bi cîh neanîne. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNAyê; Abdullahiyan daxwuyaniya xwe piştî dawiya civînekî de daye. Abdullahiyan weha dewam dike:
“Li gor metnên peymanê; terefê din her çendîn ji sozên xwe dûr ketibin, wê Îran ew çend pêngavan bavêje. Qanûna di meclisa me de derketiye, wezîfa me daye pêşiya me û pêngav li gor wê tên avêtin. Di nav lîsta dorpêçan de, kesên ku çend sal berê mirine hene û weka ku henekan dikin. Ewe bi xwe jî ji vê leystikê aciz bûne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin