Amerîka bi sedema Îranê Yekîtiya Awrûpayê tehdîd kir
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bi sedema ku hinek dewletên Awrûpayê li pey dorpêçên ser Îranê naçin û dorepêçan îhlal dikin, wan dewletan tehdîd kir ku wê bacên wan yên gumrikê zêde bike. Wezareta bergiriyê ya Almanya mijarê piştrast kir ku raste Amerîka hinek welatên Awrûpayê bi sedema ku destekê bidin peymana nukleerî û eger zora xwe nedin ser Îranê, wê baca wan ya gumrikê %25 zêde bike û bi vî awayî wan tehdîd kiriye.
Di çapemeniya Almanya de hat ragihandin ku di vê mijarê de wezîrê bergiriyê yê Almanya weha gotiye:
“Îfade an tehdîd, hun çi dibêjin bêjin, heye û rast e.”
Wezîr got ku wê li hemberê Tehranê destekê nedin siyaseta Trumpî ya maksîmûm. Li gor ragihandina rojnama Washington Postê; rêvebiriya Amerîkayê, Brîtanya, Fransa û Almanyayê berya ku mijara Îranê hewaleyê komîsyonê bikin, wan bi baca otomobîlan tehdîd kiriye û gotiye eger hun mijarê nebin komîsyonê, wê bo îtxala otomobîlên wan %25 bacê deyne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin