Bi sedema îhtîmala êrîsa Îranê ya ser Îsraîlê kestiya Amerîkayê çû peravên Îsraîlê

12 April 2024 21:07 0 dîtin
Bi sedema îhtîmala êrîsa Îranê ya ser Îsraîlê kestiya Amerîkayê çû peravên Îsraîlê

PeyamaKurd – Li ser îhtîmala êrîşa Îranê ya bi fuzeyan bike ser Îsraîlê, TV ya Kanal 14 ya Îsraîlê nûçeyekî belav kir. Di nûçeyê de Kanal 14 ragihand ku keştiya Amerîkayê keştiyekî bi sîstema bergiriyê ya bi fuzeyan dagirtiye û xwe li peravên Îsraîlê bicîh kiriye.

Di nûçeyê de hat gotin eger di nêz de Îran bi fuzeyan êrîşê bibe ser Îsraîlê wê destekê bide Îsraîlê û rêvebirekî ku nexwestiye navê xwe bide weha gotiye:

“Îsraîl xwe amade dike eger Îran raste rast êrîşê serê bike, dê xwe çawa biparêze. Îhtîmal heye ku êrîş di nav 24-48 seetî de bibe.”