CNN: Îranê amadekariya êrîsa ser Îsraîlê daye destpêkirin
PeyamaKurd – Kanala Amerîkî CNNê bi zarê berpirsên Amerîkayê, li ser liv û tevgerên Îranê yên leşkerî ragihand ku Îran amadekariya êrîşên bersivdana Îsraîlê daye destpêkirin.
Berpirsên Amerîkî ji CNNê re piştrast kirine ku gelek tevgerên leşkerî li Îranê hatine tomar kirin, diyar e ji bo êrîşa Îranê ya bersivdaya Îsraîlê ye.
Hêjayî gotinê ye, Rêberê Olî yê bilind ê Îranê Elî Xamineyî doh soz dabû ku bersiva êrîşên Îsraîlê û Amerîkayê bê dayîn.
Ajansa Fars a Îranê jî ragihandiye: ‘’Berdevkê Sipaha Pasdarên Îranê Elî Mihemed Naîmî doh ragehand; wê Îran bersiva wê kiryara nû ya Îsraîlê bide’’.
Naîmî diyar kiriye, ew bersivdan dê biêş be û dê gelek tiştan jî zelal bike, ku bi awayekî dibe derveyî têgihiştina Îsraîlê be.
Herwiha tê çaverêkirin ku Îran bi rêya grubên milîsên Iraqê yên milîs êrîşa tolhildanê li dijî Îsraîlê pêk bîne. Li aliyê din rayedarên Îsraîlî jî radigihînin ku ew amadekariyên xwe bi bergirî û bersivdana Îranê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin