Wezareta Berevaniya Îsraîlê ji bo amadekariya êrîsa ser Îranê daxwaza zêdekirina bûdçeyê kir

02 January 2023 21:36 0 dîtin
Wezareta Berevaniya Îsraîlê ji bo amadekariya êrîsa ser Îranê daxwaza zêdekirina bûdçeyê kir

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Îsraîlê, ji bo amadekariya êrîşeke muhtemel a ser Îranê daxwaza zêdekirina bûdçeya berevaniyê kir.

Li gorî ragihandina Ajansa Weşana Gelemperî ya Îsraîlê (KAN), jêderên ewlehiyê dane xuyakirin ku Wezareta Berevaniyê ji bo budçeya sala 203-2024an bi qasî 2,8 milyar dolar xwestiye ku ev rêje zêdebûna ji sedî 12 a bûdçeya heyî ye.

Li gorî nûçeyê daxwaza zêdekirina bûdçeyê ji Wezareta Berevaniyê hatiye ku zêdekirina bûdçeyê ji bo amadekariyên êrîşeke leşkerî ya muhtemel bi ser Îranê de hatiye xwestin.

Hatiye diyarkirin ku ew bûdçe gelekî zêde ye û dûrî rastiyê ye ku dê bandorê li ser aboriya Îsraîlê bike.

Hêjayî gotinê ye, yek ji armanca sereke ya hikûmeta nû ya Îsraîlê ku Benyamîn Netanyahû serokatiya wê dike, astengkirina bidestxistina çekên atomî ji aliyê Îranê ve ye.