Wezareta Berevaniya Îsraîlê fermana parastina Durziyên Sûriyê da
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî fermana Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ya bo parastina xelkê Durzî li Sûriyê, Wezareta Berevaniya Îsraîlê jî ferman da artêşê ku di şer û pevçûnên çekdarên Durzî û hêzên hikûmeta Sûriyê de parastina wan bike.
Wezaretê ragihand: "Em bi biryar in ku her tiştê ku ji destê me tê bikin, da ku ziyan negihe birayên me yên Durzî li Îsraîlê û birayên me yên Durzî yên li Sûriyeyê."
Ofîsa medyayê ya Wezîrê Berevaniya Îsraîlê piştî fermana Netanyahû daxuyaniyek belav kir û got: "Em ji bo parastina birayên xwe yên Durzî li Îsraîlê û rêlibergirtina ziyangihandina birayên wan ên li Sûriyeyê her tiştê ji destê me bê dikin û em dê hemû gavên pêwîst ji bo ewlehiya wan biavêjin."
Hat ragihandin ku piştî kuştina endamekî Daîreya Ewlehiya Giştî ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Hikûmeta Veguhestinê ya Sûriyeyê, operasyoneke ewlehiyê li Ceramanayê ji bo girtina kesên tên xwestin hatiye destpêkirin.
Konseya Leşkerî ya Siwêdayê jî ragihandiye ku ji bo parastina Ceramanayê ya li başûrê Şamê li dijî hikûmeta veguhestinê ya Sûriyeyê wan seferberî ragihandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin