Îsraîlê sîstemeke radarê ya berevaniya Sûriyê ruxand
PeyamaKurd – Hate ragihandin, di êrîşeke asmanî ya artêşa Îsraîlê de barageheke Rêjîma Sûrîyê ya li parêzgeha Siwêdayê hate armanc kirin.
Li gorî çavkaniyan, Îsraîlê baregeheke hêzên Sûriyê li Til El-Mesîh nêzîkî bajarê Şehba li gundewarê Bakurê Siwêdayê, bombebaran kir.
Malpera Siwêda 24 da zanîn ku balafirên Îsraîlê sîstemeke radarê ya Rêjîmê li Til El-Mesîh armanc kir û ji nav bir û herwiha ziyanên madî gihiştin baregeha leşkerî.
Hatiye diyarkirin ku ew sîstema radarê ya li Til El-Mesîh a ji bo berevaniya asmanî, beriya salekê di encama êrîşeke Îsraîlê de ji kar derketibû û ev du meh in ji nû ve hatibû çalakkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin