Sûriye: Îsraîlê bi roketan êrîsî sîstema berevaniya Sûriyê kir
PeyamaKurd – Medyaya fermî ya Hikûmeta Sûriyê diyar kir, Îsraîlê bi armanca derdora Şamê, bi roketan êrîşî sîstema berevaniya Sûriyê kiriye.
Şeva borî li nava Şamê dengekî bilind hatiye bihîstin û çend ronakî û teqemenî li asman hatine dîtin.
Çavkaniyeke serbazî daye zanîn, êrîş di saet 10.16an de, li bilindahiyên Colanê ji aliyê Israîlê ve hatiye encamdan.
Heman çavkanî diyar dike, berevaniya asmanî bersiva êrîşa rokêtan daye û piraniya wan xistine xwarê.
Herwiha heya niha tu amarek di derbarê qurbanî û ziyanan de nehatiye belavkirin û artêşa Îsraîlê tu daxuyanî di derbarê vê yekê de nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin