Sûriye: Balafirên Îsraîlê êrîsî Samê kirin: 2 leskerên Sûriyeyê mirin, 2 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin, di êrîşa hewayî ya ku ji aliyê Îsraîlê ve di derdora seat 02.00an de li dijî paytexta Sûriyeyê Şamê hat lidarxistin de, 2 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, Îsraîlê bi şev êrîşeke hewayî bir ser Şamê.
Di daxuyanîya ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de hat eşkerekirin, di saet 02.00an de ji bakurê rojhilatê Gola Teberîyê êrîşa bi moşekan hat kirin de, 2 leşkerên Sûrî jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.
Herwiha hat diyarkirin, ziyanên madî li balafirxaneya navdewletî ya Şamê çêbûne û di êrişê de balafirxane demkî ji xizmetê derketiye.
Ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyê SANA ragihand, di saetên şevê de gelek teqîn li derdora Şamê hatin bihîstin û berevaniya esmanî ya Sûriyê êrîşên Îsraîlê pûç kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin