Balafirên ser ên Îsraîlê êrîsî bingehên leskerî yên dora Samê kirin

08 April 2021 12:30 0 dîtin
Balafirên ser ên Îsraîlê êrîsî bingehên leskerî yên dora Samê kirin

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê, êrîşî bingehên leşkerî yên Şamê kirin û di encama êrîşê de 4 efserên rejîmê birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya ajansa SANA ya fermî ya Sûriye, Îsrailê di saet 00.56an de, ji ser Lubnanê ve bi balafira êrîşî bingehên leşkerî li dora Şamê kir û di encamê de çend efserên rejîmê birîndar bûn. Rêveberiya Şamê, êrîş bi sîstema parastina asmanî têk bir.

Medyaya fermî ya Sûriyê diyar kiriye, sîstema berevaniya asmanî ya wî welatî, bersiva êrîşeke Îsraîlê ya li ser navçeyên başûrê Şam a paytexta wî welatî daye û çend rokêt anîne xwarê.

Herwiha medyaya fermî ya Hikûmetê daye zanîn, êrîş ji aliyê Lubnanê û bilindahiyên Golanê ve hatiye encamdan, di encamê de 4 leşkerên Sûriyê birîndar bûne û ziyanên madî jî hebûne.

Li gor hinek çavkaniyên din, du pêgehên leşkerî li başûrê Şamê li Kiswê û navenda lêkolînan li Cemraya herweha navçeya Seyde Zeyneb hatine armanckirin, û bûye sedema çend teqînan.

Tê zanîn ku li derdora Şamê û hinek cihên din ên stratejik, bingehên mezin ên rejîma Îranê hene û Îsrail her carê êrîşî van bingehan dike. Îsraîl hebûna Îranê li Suriye li ser ewlehiya xwe wek tehdîtekê dibîne û vê yekê qebûl nake.