Komên çekdar ên li Iraqê bi balafirên bêmirov êrîsî Îsraîlê kiriye
PeyamaKurd – Komên milîsên şîe yên li Iraqê Eniya Berxwedana Îslamî ragihand ku wan bi balafireke bêmirov êrîşî bakurê Îsraîlê kiriye.
Di daxuyaniya Eniya Berxwedana Îslamî de wiha hat gotin: “Êrîşên li dijî Îsraîlê yên ji bo piştgirîkirina gelê Filistîn û Lubnanê û bersivdayîna li dijî qetlîamên sivîlan didomin ku di nav de zarok, jin û extiyar hene.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Îro me li bakurê Îsraîlê bi balafireke bêmirov êrîşî devereke girîng a Îsraîlê kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin