Guardian: Wê komên çekdarên Iraqê besdarên serekî yên êrîsa Îranê bin
PeyamaKurd - Rojnameya The Guardian a Brîtanî, li ser êrîşa muhtemel a Îranê bi ser Îsraîlê de raporek belav kir û ragihand, “Dibe komên çekdar ên Iraqê di çarçoveya Eniya Berxwedanê de, ji bo êrîşa çaverêkirî ya Îranê li ser Îsraîlê, beşdarên serekî bin.”
Guardianê daye xuyakirin, “Iraq ji destpêkê ve helwesteke tund li beranberî hevrikiyên Xezeyê wergirt, êrîşên Îsraîlê şermezar kir û piştevaniya xwe jî ji bo Hemasê diyar kir.”
Rojnameya Brîtanyayî di raporta xwe de bal kişandiye ser, “Bersiva Îranê mimkin e yekalîker be û deverê rûbirûyî şerekî mezin bike. Niha nabe ku pêgeha Îranê cihê ecêbmanê be, ji ber ku derketina hêdî hêdî ya Îranê wekî zilhêzeke diyar li herêmê piştî êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê bileztir bûye.”
Hatiye diyarkirin, “Eniya Berxwedana Îslamî (piştevana Îranê ye) ku komên çekdar ên Lubnan, Iraq û Yemenê li xwe digre û li dijî Îsraîlê û berjewendiyên Amerîkayê radiweste, ji aliyê Îranê ve serokatiya wê tê kirin û ji piştevaniya Çîn û Rûsyayê jî distîne.”
The Guardian eşkere kiriye, “Ev hêza Îranê niha hêzeke mezin e ku gefê li ser Îsraîl û Amerîkayê dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin