Trump: Divê li Iraqê çek di destê komên derveyî dewletê de nemînin
PeyamaKurd - Ajansa Şefeq News ragihandiye ku, Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump, peyamek ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re şandiye û di peyama xwe de behsa hin mijaran kiriye.
Trump di peyama xwe de gotiye, pêwîste Sûdanî bilez kar bike çekan bi temamî bixe dest dewletê û di destê komên derveyî dewletê de çek nemîne.
Li gorî nûçeyê Trump ji Sûdanî xwestiye, pêwîste hikûmeta Iraqê rêgiriyê li komên ser bi Îranê bike û nehêle çalakiyan li Iraqê bikin û pêwîste Iraq destwerdanê di karûbarên siyasî yên Sûriye ya nû de neke.
Çavkaniyekî hikûmeta Iraqê jî ragihandiye, Sûdanî di vê heyamê de hewl dide serdana Îranê bike, ku li ser wan pirsane gotûbêjê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin