Nameyeke plana komên çekdar di destê Wezareta Navxwe ya Iraqê de heye

26 December 2020 15:31 0 dîtin
Nameyeke plana komên çekdar di destê Wezareta Navxwe ya Iraqê de heye

PeyamaKurd Nameyeke plana komên çekdar di destê Wezareta Navxwe ya Iraqê de heye û di nameyê de hatiye diyarkirin, ku wê di salvegera kuştina Qasim Sulêymanî de, li Bexdayê êrîşî ser bingehên Amerîka bikin.

Li gor Medya Iraqê wêneyekî wê nameya Wezareta Navxwe ya Iraqê belav kiriye, komên li derveyî yasayê, hewl didin bi mûşekên pêşketî êrîşî bingehên Amerîka yên li nêzî balefirxaneya Bexdayê bikin. 

Di nameya ku di 23yê mehê de hatiye, komên çekdar plan dikin ku berî 3yê mehê, ku salvegera êrîşa Amerîka ya bo ser Qasim Sulêymanî ye, li navçeya Şeyhe ya Ebu Xirêb, êrîşî ser Amerîka bikin.

Roja Şemiya derbasbûyî, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bûbû armanca êrişên mûşekî û roja Pêncşemê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump di twitekê de dabû zanîn, mûşek ji aliyê Îranê ve hatine avêtin û her Amerîkiyek li Iraqê bê kuştin, ew Îranê berpirs dizane.

Herwiha şeva derbasbûyî, piştî hejmareke çekdarên Esaîbî Ehl el-Heq ji aliyê Dije Terora Iraqê ve hatin desteserkirin bi tometa beşdarbûna di êrîşa bo ser Balyozxaneya Amerîkayê de, hejmareke zêde ya wê koma çekdar li Bexdayê belav bûbûn û gef dixwarin ku ew dê êrişî ser “kirêgirtiyên Amerîkayê” bikin.

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, di roja 3yê Çileya 2020an de, di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîkî Balafirxaneya Bexdayê hatibûn kuştin.