SOHR: Artêsa Sûriyê li Idlibê 6 bajarok ji destê komên çekdar derxist
PeyamaKurd – Artêşa rejîma Sûriyê bi piştgiriya êrîşên ezmanî yên Rûsyayê pêşveçûna xwe ya ber bi Meret Numan ve dewam dike û ji bo derbasbûna bajar jî tenê kîlometreyek maye.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) pêşveçûna rejîma Sûrî li Idlibê dewam dike û tenê di 24 saetên dawî de rejîmê 6 bajarok bi dest xistin.
Bidestxistina rejîmê ji van bajarokan re, hişt ku riya navdewletî ya Heleb-Şamê û riyên piştgiriyê ji bo komên çekdarên girêdayî Tirkiyê bên qutkirin.
SOHRê ragihand ku di encama şerê ku di navbera rejîm û komên çekdar de rû daye de, 40 leşkerên rejîmê û 55 çekdar hatine kuştin.
Her wiha bi giştî, rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê bêhtirî 302 êrîş li Idlib û Helebê pêk anîn.
Li rex pêşketinên rejîmê li ser erdê, çekdarên girêdayî Tirkiyê jî li Helebê êrîşên xwe li ser deverên rejîmê dijwartir kirin.
Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku çekdarên li bejahiyên Xelsa û Himêre li başûrê Helebê êrîşî nuqteyên rejîmê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin