SOHR: Artêsa Sûriyê li Cebel Zeynelabidîn kemîn danî: Vala kir û bombebaran kir

05 December 2024 19:36 0 dîtin
SOHR: Artêsa Sûriyê li Cebel Zeynelabidîn kemîn danî: Vala kir û bombebaran kir

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştî ku artêşa Sûriyê piştrast kir ku bajarê Hemayê ketiye kontrola HTŞ û komên çekdarên pê re, ragihand ku li bajarokekî sînorê Hemayê artêşa Sûriyê kemîn daniye ber çekdaran.

Rêveberê SOHRê Ramî Ebdulrehman, di hevpêyvîneke televîzyonî de bûyerên herî nû yên şerên Sûriyê li  sînorê bajarê Hemayê eşkere kir û got, “Ew şer, şerê Cebel Zeynelabidîne, Rêjîmê kemîn danî ber çekdaran. Dema ketin hundir bajar bombebaran kirin û kontrol kirin.”

Ebdulrehman daye zanîn, grûpên çekdar ên Desteya Tehrîr Şam, gelek zêde çekdar xistiye nav wî bajarî û biryar daye ku biçe nav bajarê Hema û dorpêçkirina bajar ya ji aliyê rejîmê ve, bişkîne.

Berpirsê SOHRê diyar kiriye, bajarê Hema ji 3 aliyan ve hatiye dorpêç kirin, li aliyê bakur-rojava, bakur û rojhilat ve,  maye başûrê Hemayê ber bi Humsê ve û herwiha yek ji rêyên aliyê başûr-rojava ber bi Mazyaf ve.

SOHRê daye xuyakirin, beşek ji çekdarên Desteya Tehrîr Şam, xelkên bajarê Hemayê ne û ew xistina rêza pêş ya wî şerî û got, ew çekdarên ku berê rêjîma Esed bajar kontrol kiriye, ewin ku aware bûne û beşdarî grûpên çekdar bûne, lewma ji ber ku şarezayên bajar û kolanên bajarin, di rêza pêş ya şer de hatine bicihkirin.