SOHR: 4 servanên HSDê û 3 leskerên artêsa Sûriyê hatin kustin

23 November 2022 11:33 0 dîtin
SOHR: 4 servanên HSDê û 3 leskerên artêsa Sûriyê hatin kustin

PeyamaKurd – Di 24 saetên borî de, di encama êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Helebê de, 4 şervanên HSDê û 3 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) diyar kir, artêşa Tirkiyê di 24 saetên borî de baregehên artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bakurê Helebê heta Hesekê bombebaran kirin.

Herwiha da zanîn, di encama êrişên li ser balafirxaneya leşkerî ya Minixê û çend navçeyên din li bakurê Helebê yên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û artêşa Sûriyê lê bi cih dibin de, 3 lekerên artêşa Sûriyê hatin kuştin û çend leşkerên din birîndar bûn.

Hat eşkerekirin, di heman demê de, di pênc êrîşên li ser çeperên HSDê li Hesekê de, 4 şervanên HSDê hatin kuştin û çend şervanên din jî birîndar bûn û ziyanên madî yên giran gihîştine wan herêman.

Hat destnîşankirin ku li Kobanî jî bi dehan top li gundên Aşmê û Qermûx, li rojhilatê Kobanî û gundê Salim li rojavayê Kobanê û navçeyên sînorî bi Tirkiyê re û heta gundewarê Reqayê ketin.

Herwiha hejmarek gundên Girê Sipî, Eyn Îsa û gundên nêzî rêya “M4” ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên alîgirên wê ve rastî topbarana bênavber hatin.

Zanyariyên Rewangehê diyar dikin, 30 gund û baregehên li gundewarê Hesekê jî ji aliyê hêzên Tirkî ve hatin topbarankirin, bêyî ku amaje bi ziyanên canî yên wan êrîşan bike.

Herî dawî eşkere kir, di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin di mal û milkên xelkê û ji tirsa topbarankirina bêserûber, xelkê gundên sînorî ber bi deverên dûrî sînor ve koçber bûn.