SOHR: Di êrîsa DAISê de 2 servanên HSDê can dan, 3 jî birîndar bûn

10 August 2022 20:46 0 dîtin
SOHR: Di êrîsa DAISê de 2 servanên HSDê can dan, 3 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundê el-Zir ê rojhilatê Dêre Zorê, çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê êrîşî wesayîteke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û di encamê de 2 şervanên HSDê can dan û 3 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku îro 10ê Tebaxê li gundê el-Zir li rojhilatê Dêre Zorê, çekdarên DAIŞê êrîşî zirxpoşeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin û di encama wê êrîşê de 2 şervanên HSDê can dan û jî birîndar bûn.

Li gorî amarên SOHRê ji destpêka 2022an ve, li deverên Rêveberiya Xweser, çekdarên DAIŞê 113 kiryarên terorîstî li dijî HSDê û sivîlan encam dane 57 şervan û 34 sivîl di wan êrîşan de hatine kuştin.