Êrîsa çeteyên DAISê û hêzên Sûriyeyê ya li dijî HSDê: 4 kustî, 7 birîndar

11 May 2024 16:06 0 dîtin
Êrîsa çeteyên DAISê û hêzên Sûriyeyê ya li dijî HSDê: 4 kustî, 7 birîndar

PeyamaKurd – HSDê ragihand ku di êrîşên çeteyên DAIŞê û hêzên rejîma Sûriyeyê yên li Dêrezorê de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û 7 jî birîndar bûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku çeteyên DAIŞê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî xala kontrolê ya li bajarokê El Sihel a Dêra Zorê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, şervanên HSDê destûr nedan çeteyên DAIŞê yên di wesayîtê de û xwestin bi wesayîteke bombebarkirî derbasî xala kontrolê bibin.

Piştî pevçûnê çeteyên DAIŞê yên ku nekarîn derbasî nuqteya leşkerî bibin, neçar man wesayîta ku diajot biteqînin. Di encama teqîna wesayiteke bombebarkirî de 3 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan û 7 şervan jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya HSDê, milîsên girêdayî hêzên rêjîma Sûriyê di dema ku çekdarên kuştî û birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, êrîşek pêk anîn.

Di vê êrîşê de 1 şervanekî HSDê jiyana xwe ji dest da.