Hêzên Sûrîyê pistî êrîsa DAISê ji herêmekê vekisiyan

11 January 2024 19:26 0 dîtin
Hêzên Sûrîyê pistî êrîsa DAISê ji herêmekê vekisiyan

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê êrîşî xalên Firqeya 17an a hêzên rejîma Sûriyê kir.

SOHRê driyar kiriye ku di êrîşa DAIŞê yê li bajarokê Teybe yê li rojhilatê Humisê de, şerekî giran rû daye û çekdaran rêya Kom-Suxne girtiye.

Herwiha SOHRê eşkere kir ku di encama wî şerî de leşkerên Firqeya 17an ber bi bajarokê Komê ve hêzên xwe vekişandin.

Hêjayî gotinê , 9ê Çileyê jî DAIŞê li herêma Stasyona 3yan a li rojhilatê Humisê êrîşî otobuseke hêzên Şamê kiribû ku di encamê de 14 leşker hatibûn kuştin û zêdetirî 19 leşker jî birîndar bûbûn.