DAISê êrîsa ser balafirgehê li xwe girt: Me li hêzên Talîbanê xist!

02 January 2023 21:10 0 dîtin
DAISê êrîsa ser balafirgehê li xwe girt: Me li hêzên Talîbanê xist!

PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê li ser êrîşa doh 1ê Çileyê ya ser Balafirgeha Leşkerî ya li Kabûl a Afganistanê peyamek belav kir.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê DAIŞê berpirsiya xwe ya êrîşa ser balafirgehê ragihandiye û daye xuyakirin ku armanca êrîşê hêzên Talîbanê bûne.

Rêveberiya Talîban a Afganistanê derbarê êrîşê de ragihandibû ku sivîl jî di nav de hejmarek kes hatine kuştin. Li gorî çavkaniyên medyayî zêdetirî deh kes di wê êrîşê de hatine kuştin.