Di êrîsa Moskowê de herî kêm 60 kes mirin: DAISê berpirsiyarî girt ser xwe

23 March 2024 10:03 0 dîtin
Di êrîsa Moskowê de herî kêm 60 kes mirin: DAISê berpirsiyarî girt ser xwe

PeyamaKurd – Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşa li Moskowayê de zêdetirî 60 kes mirine û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Di daxuyaniya komîteyê de hat destnîşankirin ku li cihê bûyerê pispor xebatên xwe didomînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatine lêkolînkirin û hat gotin, "Hat diyarkirin ku di encama êrîşa terorê de zêdeyî 60 kesan jiyana xwe ji dest dane. Mixabin dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li cihê bûyerê çek û cebilxane jî di nav de hemû delîl hatine desteserkirin, lêkolînên genetîk, balîstîk û şopa tiliyan hatine kirin û hemû dîmenên kamerayan hatine desteserkirin û lêkolînkirin.

"DAIŞê berpirsyarî girt ser xwe"

DAIŞê îdia kir ku endamên wan êrîş pêk anîne.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da îdia kir ku endamên rêxistinê êrîşî salona konserê ya li Krasnogorska taxa Moskovayê kirin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Telegramê yê rêxistinê hat dayîn de wiha hat gotin: "Şervanên Dewleta Îslamî" êrîşî civateke mezin a Xiristiyanan li bajarê Krasnogorsk li derdora Moskowayê ya paytexta Rûsya kirin û bi sedan hatin kuştin û birîndarkirin û wêraniyeke mezin çêbû berî ku bi ewle bizivirin baregeha xwe.”

Êrîşa terorîstî li salona konserê ya Moskowê

 

Li paytexta Rûsyayê Moskowayê salona konserê ya bi navê Crocus City Hall êvara 22ê Adarê rastî êrîşa çekdarî hat.

Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku êrîşkar bi awayekî bêhemdî li salonê gulebaran kirine. Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê ragihand, li gorî zanyariyên destpêkê, di êrîşa terorîstî de 40 kesan jiyana xwe ji dest dane û Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsyayê Mikhail Murashko ragihand ku 115 kes birîndar bûne ku birîna 60 ji wan giran e.

Li ser banê avahiya ku salona konserê lê bû şewat derket û ji bo vemirandina şewatê bi sedan ekîb sewqî cih bûn. Banê avahiyê piştî demekê hilweşiya.

Di dawiya hefteyê de li Moskowayê hemû çalakiyên gel hatin betalkirin û hat ragihandin ku ji bo êrîşa terorê komek xebat hatiye avakirin.

Servîsa Parastina Neteweyî ya Federal a Rûsyayê (Rosgvardiya) ragihand ku operasyona girtina kesên ku êrîşa çekdarî pêk anîne dewam dike.