Di êrîsa terorê ya li Malî de herî kêm 77 kes mirin!
PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat dayîn, di êrîşa terorê ya ku li Bamakoya paytextê Maliyê li kampeke perwerdehiya polêsên leşkerî û balafirgeha leşkerî ya ku Koma Wagner a Rûsyayê tê de bû hedef girtin, zêdeyî 70 kes mirin û zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn. belav kirin.
Çavkaniyekî ewlekarî ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku di êrîşên roja Sêşemê yên li Bamakoyê de 77 kes hatine kuştin û 255 kes jî birîndar bûne, di belgeyeke fermî ya veşartî de navê 81 qurbanî û hejmara kuştiyan derdora 100 kesî ye.
Rojnameya Le Soir di hejmara xwe ya îro de ragihand ku dê di heman rojê de merasîma oxirkirina nêzîkî 50 kadeyên polîsên leşkerî were lidarxistin.
Rayedarên leşkerî yên li Maliyê hêj hejmara kuştiyên êrîşên terorîstî yên Cemaat Nusret el-Îslam wal Muslimîn (CNIM) a girêdayî rêxistina terorê El Qaîdeyê eşkere nekirine. Pisporan diyar kirin ku ev operasyon di salên dawî de ya yekemîn e û derbeyeke giran li cûntaya desthilatdar dixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin