Di êrîsa Îsraîlê de herî kêm 42 kes mirin
PeyamaKurd – Hukumeta Xezzayê ragihand ku vê carê artêşa Îsraîlê êrîşê kampa penaberan ya Şatiyê û taxa Tuffahê kir û di encamê de herî kêm 42 kes mirine. Xebata rizgarkirin û lêgerîna mirovan dewam dike.
Di êrîşa li kampa Şatiyê de 24 kes mirine. Di êrîşa ser taxa Tuffahê de 18 kes mirine. Li gor şahidan; di êrîşê de ji 6an zêdetir fuze avêtine ciyên navborî.
Artêşa Îsraîlê li ser bûyerê daxwuyaniyekî kurt da û got:
“Demekî kurt berê, balafirên IDFê li devera bajarê Xezzayê li du tesîsên leşkerî yên Hamasê xist. Demek di şûnde wê firehiya xeberê bê ragihandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin