Di êrîsa Îsraîlê ya li ser Cibaliya herî kêm 20 kes mirin
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku di êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li ser herêmên niştecihbûnê yên li herêma Cibaliya ya li bakurê Şerîda Xezzeyê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê de hat diyarkirin ku êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Kampa Penaberan a Cibaliya ya li bakurê Şerîda Xezzeyê dewam dikin. Hat ragihandin ku li herêma Dibistana Fahura ku ji teref Filistîniyên koçkirî ve wek navendeke penaberiyê dihat bikaranîn li Kampa Penaberan a Cibaliyayê qadên niştecihbûnê ji hewayê ve hatin bombekirin û di êrîşê de piraniya wan zarok û jin herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin