Di êrîsa artêsa Îsraîlê ya ser Lubnanê de 11 kes mirin

26 January 2025 18:00 0 dîtin
Di êrîsa artêsa Îsraîlê ya ser Lubnanê de 11 kes mirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 11 kes mirin û 83 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ve hat dayîn de derbarê êrîşên ku Îsraîlê li başûrê welêt li dijî welatî û leşkerên Lubnanî pêk anî de agahî hatin dayîn.

Di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de 11 kes hatin kuştin ku di nav wan de leşkerên artêşa Lubnanê jî hebûn û 83 kes jî birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da îdia kir ku li herêmên dagirkirî yên li başûrê Lubnanê "Li herêmên cuda yên ku hatin tesbîtkirin kesên gumanbar nêz dibin, tehdîd ji holê hatin rakirin."

Artêşa Lubnanê jî ragihand ku di êrîşa leşkerên Îsraîlê de leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku di dema ku di çarçoveya agirbestê de hatiye diyarkirin ji başûrê Lubnanê venekişiyan de 4 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya ku beriya niha ji aliyê Wezaretê ve hatibû dayîn de, "Hêzên Îsraîlî yên ku li gorî peymana agirbestê ya di navbera aliyan de li herêmên ku divê ji başûrê welêt vekişin berdewam dikin, êrîşî welatiyên ku dixwestin vegerin malên xwe kirin." Di îfadeyê de hat ragihandin ku di êrîşan de li Blîda, Aytarûn û Hûlayê her yek kesî jiyana xwe ji dest daye.

Li Kefr Killayê 12, li Aytarunê 11, li Hulayê 11, li Mays El Cebelê 4, li Adiseyê 3 û li Rab Telatin, Benî Hayyan û Merkeba jî her yek kes birîndar bûn.