Di êrîsa Îsraîlê ya Lubnanê de 12 kes mirin û jimara birîndaran giha 66 kesan
PeyamaKurd – Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya ser Lubnanê de, jimara kesên jiyana xwe ji dest dan bûn 12 kes û ya birîndaran giha 66 kesan. Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê û wezareta bergiriyê ya Îsraîlê daxwuyanî dan û daxwuyaniya wan mezinahiya êrîşê nîşan dide.
Wezareta tenduristiyê di daxwuyaniya xwe de got ku di êrîşan de 12 kes mirine, 66 kes birîndar bûne û rewşa 9 birîndaran baş nîne.
Berdevkê hêzên bergiriya Îsraîlê (IDF) tûxamîral Daniel Hagari îro ragihandibû ku di êrîşê de 11 fermandarên Hîzbûllahê kuştine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin