Artêsa Îsraîlê li Lubnanê li 2 erebeyan xist: 6 kes mirin

10 January 2025 22:44 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê li Lubnanê li 2 erebeyan xist: 6 kes mirin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li Lubnanê li bajarê Sûrê li belda Tayr Debbayê, otomobîlekî û mînîbusekî kir armanc û di encamê de 6 kes mirin. Ragihandin ji aliyê ajansa Lubnanê ya bi navê NNA de hat kirin.

Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn û hem birîndaran hem miriyan birin nexweşxanên der û dorê. Di heman deverê de, Îsraîl ji xwe korîdora ewlehiyê ava dike û nahêle çekdarên Hîzbûllahê an yên rêxistinên din xwe nêzî Îsraîlê bikin.

Heya niha sedema êrîşa Îsraîlê ya navborî nehat ragihandin lê wê di dema pêşiya me de her tişt aşkera bibe.