Artêsa Îsraîlê moseka ji Lubnanê hatibû avêtin xist xwarê
PeyamaKurd – Îsraîlê ragihand, moşeka “erd-esmanî” a ku ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin xistiye xwarê.
Di daxuyaniya xwe ya nivîskî de artêşa Îsraîlê diyar kir, moşeka erd-esmanî ya ku ji axa Lubnanê hatiye avêtin, ji aliyê yekîneyên parastina hewayî ve hatiye xistin.
Herwiha hat diyarkirin, hêzên Îsraîlî herêmên ku êrîş lê hatin kirin di nava Lubnanê de bi topan hedef girtin.
Ji 8ê Cotmehê ve li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê, di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de şer û pevçûn diqewimin.
Di van pevçûnan de heta niha 76 endamên Hîzbullahê û 6 leşkerên Îsraîlê mirine

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin