Berpirsê Îsraîlî: Artêsa Îsraîlê ji Lubnanê vedikise
PeyamaKurd - Berpirsekî Îsraîlî ku navê xwe eşkere nekiriye ji rojnameya The Times of Israel re ragihand, Îsraîl plan dike sibe ji Lubnanê vekişe û ew vekişîn jî li gorî bendên agirbestê ye.
Berpirsê îsraîlî got, "Weke me gotiye, me berpirsekî mezin ê Hemasê li bajarê Seyda yê Lubnanê, ne li başûrê Lubnanê kuşt. Ji ber wê em ê di vê yekê de bi israr bin. Tiştê beriya 7ê Cotmeyê rû daye careke din rû nade û em ê êrîşî her gefekê bikin û em ê teqez bikin ku Hizbullah ji sizayê nefilite û ji Îranê fînanseyê wernegire."
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer jî beriya niha gotibû, artêşa Îsraîlê wê di 5 xalên stratejîk ên li başûrê Lubnanê de bimîne.
Li gorî naveroka agirbesta bi Hizbullahê hatiye girêdan, pêwîst e heta 18ê Sibatê hêzên Îsraîlê vekişînê temam bike û Hizbullah jî ji başûrê Lubnanê vekişe, lê tenê divê artêşa Lubnanê li wir hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin