Îsraîlê li Lubnanê berpirsê leskerî yê Hemasê kust
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşeke asmanî ya artêşa Îsraîlê ya bi ser otomobîlekê de, li bajarê Seydayê yê başûrê Lubnanê berpirsekî Tevgera Hemasê hate kuştin,
Li gorî ragihandina Ajansa Netewî ya Nûçeyan a Lubnanê, îro 17ê Sibatê di êrîşeke asmanî ya artêşa Îsraîlê ya li dijî otomobîlekê li bajarê Sedayê yê başûrê Lubnanê de, herî kêm kesek hatiye kuştin.
Hate diyarkirin ku termê kesekî ji otombîlê hatiye derxistin.
Radyoya Artêşa Îsraîlê jî li ser bûyerê eşkere kir, armanca êrîşê kuştina kesekî navdar ê endamê rêxistinekê bû.
Kanala El Erebiyê jî ragihand ku kesê hatiye kuştin Mihemed Şahîn ê berpirsê leşkerî yê tevgera Hemasê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin