Îsraîlê 5 cihên nêzî sînorê Lubnanê weke 'herêmên leskerî yên girtî' îlan kir!

08 October 2024 08:24 0 dîtin
Îsraîlê 5 cihên nêzî sînorê Lubnanê weke 'herêmên leskerî yên girtî' îlan kir!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê 5 bajarokên li Celîla Rojava ya nêzî sînorê Lubnanê weke 'herêma leşkerî ya girtî' îlan kir û ketin û derketina herêmê qedexe kir.

Di dema ku êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê didomin, bajarên Roş Hanikra, Şlomî, Hanîta, Adamît û Ereb el-Aramşe doh ji saet 22.00an ve weke ‘herêma leşkerî ya girtî’ hatin îlankirin.

Li gor daxuyaniya ku artêşa Îsraîlê li ser malpera Xê ya tora civakî da, hat diyarkirin ku ketin û derketina van herêman bi tundî qedexe ye.

"Hişyarî ji Lubnanê re ku li peravên Derya Spî nebin"

Hevdem ligel beyana navborî, Berdevkê Erebî yê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê Albay Avichay Adraee di daxuyaniyekê de ji medyaya erebî re got, wî hişyarî da Libnaniyan ku nebin ser peravên Deryaya Navîn, ji çemê yekem li başûr destpê bikin, ji bo ku ew li dijî Hizbullah bi kar bînin.

Artêşa Îsraîlê ku ji 8ê Cotmeha 2023an ve şer û pevçûnên kontrolkirî yên bi Hizbullahê re didomîne, di 23ê Îlona îsal de bi sedan êrîşên esmanî birin ser bajarên başûrê Lubnanê û herwiha herêmên Bekaa û Baalbekê.