Îsraîlê li Lubnanê cihên çekên Hizbullahê bombebaran kir
PeyamaKurd – Hate ragipandin ku Îsraîlê korîdora rûbara Leytaniyê, gundên Zubeqîn û Yatiriyê yên li başûrê Lubnanê bombebaran kir.
Li gorû nûçeyên medyaya Lubnanê, balafirên şer ên Îsraîlê îro 14ê Sibatê korîdora rûbara Leytaniyê, gundên Zubeqîn û Yatiriyê yê li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Radyoya Artêşa Îsraîlê jî eşkere kir, “Balafirên şer ên Îsraîlê cihên leşkerî yên Hizbulaha Lubnanê li başûrê Lubnanê bombebaran kirin, ku çek û cihên avêtina moşekên wan lê hebûn û wan çekan metirsiyeke rasterast li ser Îsraîlê çêkiribû.”
Hêjayî gotinê ye, 27ê Kanûna 2024an di navbera Îsraîl û Lubnanê de agirbest hatibû ragihandin ku Îsraîl ji bo Hizbullahê êrîşan rawestîne. Piştî agirbestê cara yekem e Îsraîl êrîşeke asmanî bi ser Lubnanê de pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin