Îsraîlê tunela Hizbullahê ya veguhestina navbera Sûriye-Lubnanê teqand
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê, îro 4ê Cotmehê tuneleke Hizbullahê ya çûnûhatina navbera Sûriye-Lubnanê hêsan dikir, bombebaran kir.
Li gorî ragihandina artêşa Îsraîlê, di tunela ku dikeve herêma Mesna ya Lubnanê ya hevsînorê Sûriyeyê de, veguhestina çek û cebilxaneyan di navbera herdu aliyan de dihat kirin.
Çavkanî diyar dikin ku piştî bombebaranê rêya navneteweyî ya tevgera çûnûhatinê di navbera herdu welatan de rawestiya ye.
Wezîrê Karûbarên Xebatan ê Lubnanê Elî Hemiye bombebarana sînor piştrast kir, lê mijara tunela Hizbullahê red kir û got, hemû bendên kontrolê yên deryayî, asmanî û bejahî yên navbera Sûriye û Lubnanê di bin kontrola "saziyên ewlehiyê yên Lubnanê" de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin