Lubnan di navbera Gefa "Destê Hesinî" ya Îsraîlê û Zexta Amerîkayê de
PeyamaKurd – Di demekê de ku aloziya li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê didome, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, îro, roja Sêşemê 11ê Mijdara 2025an, gefa cîbicîkirina agirbestên li Xeze û Lubnanê bi "destê hesinî" xwar. Hevdem digel van daxuyaniyan, şandeke payebilind a Amerîkî li Beyrûtê zextê li hikûmeta Lubnanê dike ku "bandora xerab a Îranê bi rêya Hizbullahê" bi dawî bike.
Netanyahu di axaftina xwe ya li parlamena Îsraîlê (Knesset) de got, "Em bi biryar in ku peymanên agirbestê yên heyî bi destekî hesinî li dijî kesên ku dixwazin me tune bikin, bicîh bînin," û bi awayekî neyekser îşaret bi bûyerên rojane yên li Lubnanê û gefên Hizbullahê kir.
Hevdem digel van daxuyaniyên leşkerî, li qada dîplomatîk jî zextek mezin li ser Lubnanê heye. Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê ji bo Terorîzm û Îstîxbarata Darayî, John Hurley, ku li Beyrûtê ye, bi awayekî eşkere bang li rayedarên Lubnanê kir ku rê li ber fînansekirin û çalakiyên Hizbullahê yên bi piştgiriya Îranê bigirin.
Hurley piştî hevdîtinên bi rayedarên payebilind ên Lubnanî re got, "Em bawer dikin ku mifteya vegerandina gelê Lubnanî bo welatê xwe, bidawîanîna bandora xerab a Îranê bi rêya Hizbullahê ye." Wî tekez kir ku Washington di mijara zuhakirina çavkaniyên darayî yên Hizbullahê de "gelek cidî" ye.
Li gorî jêdereke Lubnanî, şanda Amerîkî peyameke "zelal û bi biryar" gihandiye rayedarên Beyrûtê û daxwaza "gavên berbiçav heta dawiya salê" kiriye. Di nav van gavan de têkoşîna li dijî şûştina pereyan û girtina "Weqfa Qerz el-Hesen", ku saziyeke darayî ya girêdayî Hizbullahê ye û ji aliyê Amerîkayê ve hatiye cezakirin, heye.
Ev zext piştî wê yekê tên ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hefteya borî siza li ser sê endamên Hizbullahê sepandibû bi tohmeta ku bi dehên milyon dolaran ji Îranê ji bo vê rêxistinê veguhestine. Li gorî daneyên Amerîkayê, Hêza Quds a Îranê ji destpêka salê ve zêdetirî milyar dolarek ji Hizbullahê re şandiye.
Li hember van zextan, rayedarên Lubnanî piştrastî dane şanda Amerîkî ku ew pabendî pîvanên navneteweyî yên têkoşîna li dijî şûştina pereyan û qaçaxçîtiyê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin