Deriyê Margara yê sînorê navbera Tirkiyê-Ermenistanê ket destê Ermenistanê
PeyamaKurd – Yekîneyên parastina sînor yên Rûsyayê, deriyê sînor yê Margarayê dewrê yekîneyên sînor yên Ermenistanê kir. Deriyê Margara di navbera Tirkiyê û Ermenistanê de ye û ji bo alîkariyên mirovî ji nûh de nûjen kirin. Yekîneyên Rûsyayê bi temamî ji derî vekişiyan.
Deriyê Alican-Margara ji aliyê Ermenistanê de, di 1ê Adarê de ji Ermenistanê re berdabûn lê yekîneyên Rûsyayê hêj nûh bi temamî vekişiyan. Derî dikeve navbera bajarê Ixdirê, gundê Alicanê û bajarê Yerîvanê.
Derî, di sala 1993an de, ji ber şerê navbera Ermenistan-Azerbeycanê hatibû girtin û ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an, car din ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî vekiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin