Avakirina dîwarê beton yê navbera sînorê Îran û Tirkiyê dewam dike

08 September 2023 00:10 0 dîtin
Avakirina dîwarê beton yê navbera sînorê Îran û Tirkiyê dewam dike

PeyamaKurd – Ji ber karê qaçax, koçber û hem siyasiyên ku di sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê de derbas dibin, Tirkiye çend sale di navbera xwe û Îranê de dîwar ava dike. Dirêjahiya dîwarê navbera bajarê Wanê û Îranê ku hatiye avakirin ji 140 km yan derbas bû. Xebatên niha têkirin li ser sînorê Başkale (Elbak) ye.

Sînorê Wanê û Îranê 295 km ye û 140 km temam bûye. Ser dîwar bi têlên birek (cilêt) tê girtin, ji çend km. yan carekî barûyên çavdêriyê ava kirine û hem li terefê dîwar aliyê Tirkiyê rê çêkirine. Ji barûyên çavdêriyê bi kamerayên termal dikarin sînor bişopînin.