Îsraîl, li ser sînorê Lubnanê dîwarên betonî çêdike

19 July 2023 17:00 0 dîtin
Îsraîl, li ser sînorê Lubnanê dîwarên betonî çêdike

PeyamaKurd- Di agahiyên ku di çapemeniya Îsraîlê de hatin ragihandin, hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê, li ser sînorê Lubnanê ku di demên dawî de alozî lê derketibûn; dest bi çêkirina dîwarên betonî kir.

Di navbera Lubnan û Îsraîlê de 120 kîlometir xeta sînorî heye û li gorî hat ragihandin, Îsraîl li hin deverên sînorî tevna têl lê dike û li hin xalan jî dîwarên betonî çêdike.

Li gorî hat destnîşankirin, ev sînorê navborî  di navbera Îsraîl û Lubanê de wekî herêmeke nakok tê hesibandin û Neteweyên Yekbûyî, dîwarên betonî yên li ser sînor ku ji aliyê Hêza Aştiyê ya Demkî (UNIFIL) ve dihat çavdêrîkirin, danîn.

Îsraîl, li ser xeta sînorî ya nêzî herêma Kefr Şuba ya ku ji sala 1967an bi vir ve dagir kiriye û di rojên dawî de car din rageşî lê zêde bûne. Li ser vê yeke jî xurtkirina sînorî, ji duh bi şev ve hatiye destpêkirin û li gorî zanyariyan hîn jî xebat berdewam dikin.

Her wiha hikûmeta Lubnanê, heta niha li ser van xebatên Îsraîlê yên li ser sînorî tu daxuyanî nedaye.