SOHR: Îsraîlê deriyê sînorê Sûriye-Lubnanê bombebaran kir
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafireke şer a artêşa Îsraîlê deriyê sînor ê Metreba ê herêma Qesîr ku Sûriyeyê bi Lubnanê ve girê dide, bombebaran kir.
Li gorî SOHRê di êrîşê de hin kes birîndar bûne, lê hejmara wan nehat dayîn.
Artêşa Îsraîlê jî li ser êrîşê ragihand ku ji bo rê li ber gihandina çekan ji bo Hizbullahê bê girtin, deriyên sînor ên navbera Sûriye û Lubnanê hatiye bombebaran kir.
Derbarê êrîşa deriyê sînor de hikumeta Sûriyê û Lubnanê ti daxuyaniyek nedane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin