Îsraîlê deriyê navbera Sûriye-Lubnanê cardin bombebaran kir: 2 kustî

27 October 2024 14:32 0 dîtin
Îsraîlê deriyê navbera Sûriye-Lubnanê cardin bombebaran kir: 2 kustî

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê deriyê Metreba yê navbera Sûriye û Lubnanê cardin bombebaran kir û di encamê de 2 leşkerên Sûrî jî hatin kuştin.

Li gorî zanyariyan, balafireke şer a Îsraîlê li deriyê Metreba ku xaka Lubnanê bi herêma gundewarê Qisêr ê başûrê rojavayê Humsê yê Sûriyeyê ve girê dide kiriye armanc û di encamê de 2 leşkerên Sûrî û Lubnaiyek hatin kuştin. Di deriyê sînor de zirareke mezin çêbû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di dawiya Îlonê de jî bi destpêkirina şerê Hizbilluha Lubnanê re, Îsraîlê derî dîsa bombebaran kiribû û di encamê de ji xizmetê derketibû.

Îsraîl radigihîne ku milîsên Îranê wî deriyî ji bo veguhestina çekdaran bo piştevaniya Hizbullahê bikar tînin.