Îsraîl: Plana Xezzeyê hate pesend kirin, sînorên Lubnanê jî qada ser e!
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Herzi Halevî, ragihand ku planên berdewama êrîşên ser Xezzeyê hatine pesendkirin û êdî sînorên Lûbnanê jî wê qada şer be
Herzi Halevî di civîna rojnamevanî de eşkere kir, artêşa Îsraîlê li gorî plana hatiye danîn pêşve diçe û got: “Li bakurê Şerîda Xezzeyê plana hilweşandina bingeha leşkerî ya Hemasê hatiye temamkirin.”
Halevî herwiha diyar kir ku wan niha êrîşên xwe li beşa navîn a Xezzeyê û başûr zêde kirine û plana zêdekirina fişara leşkerî li ser Hemasê hatiye pesendkirin.
Wezîrê Îsraîlî da zanîn, “Herêma başûr a Lubnanê qada şer e û heta ku Hizbullah li wir be, dê çalakiyên artêşê bidomin. Dibe ku Huzbullah tevaya Lubnanê bike qada şer, dê bedêlê vê giran be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin