Îsraîl | Projeyasaya ku 7 meh in tê protestokirin hate pesendkirin
PeyamaKurd – Projeyasaya guhertinên darazê ya ku 7 meh in li Îsraîlê bûye sedema protestoyên berfireh, îro 24ê Tîrmehê li Parlamentoya Îsraîl Knessetê hate pesendkirin.
Di projeyasayê de, erkên Dadgeha Bilind a li ser kontrola hikûmeta Îsraîlê têne kêmkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû tevî hemû protestoyan jî projeyasa venekişand û îro di rûniştinên duyemîn û sêyemîn ên parlamentoyê de hate qebûlkirin.
Dema dengdana projeyasayê parlamenterên opozîsyonê civîna parlamentoyê boykot kir û beşdarî dengdanê nebûn. Projeyasa bi 64 dengan hate pejirandin û 56 parlamenteran jî deng neda.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin