Serokkomarê Îsraîlê di merasîma Muzexaneya Holokostê de hate protestokirin

10 March 2024 21:27 0 dîtin
Serokkomarê Îsraîlê di merasîma Muzexaneya Holokostê de hate protestokirin

PeyamaKurd - Serokkomarê Îsraîlê Îshaq Herzog li paytexta Hollandê Amsterdamê, di vekirina Muzexaneya Neteweyî ya Holokostê (Qirkirina Cihûyan) de hate protestokirin.

Li gel Herzog, Mîrê Hollandê Willem-Alexander, Serokwezîrê Hollandê Mark Rutte û Nûnerê Almanya û Axûstûryayê  yên li Amsterdamê jî beşdarî merasîma vekirina Muzexaneya Holokostê bûn.

Daxuyaniya rêxistinên cihû yên li Hollandayê yên ku tê de hatin destnîşankirin ku wê Serokkomarê Îsraîlê Îshaq Herzog beşdarî vekirina muzeyê bibe, bûbû sedema nîqaşên tund.

Rêxistina cihû Erev Rav, bi tawanbariya “Rê li ber qirqirina li dijî Filistîniyan vekiriye” ji bo girtina Herzog serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Den Haagê da.