Îsraîl: Wê serokkomarê Îsraîlê Herzog seredana Tirkiyê bike
PeyamaKurd – Serokkomariya Îsraîlê ragihand ku wê serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog di 9-10 ê adarê de seredana Tirkiyê bike. Li gor ragihandina Îsraîlê, Herzog li ser daweta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi hevjîna xwe Michal Herzog re dê seredana Ankara bike.
Herzog wê li Beştepe li Kulliya serokkomraiya Tirkiyê bi fermî bê pêşwazîkirin û bi Erdoğan re civînekî bike. Ziyaret bi koordînasyon serokwezîrtî û wezareta karên derve ya Îsraîlê hatiye kirin û di dema seredanê de wê her dû lîder li ser mijarên:
“Têkiliyên Tirkiyê û Îsraîlê, firehkirina hevkariya di sehayên cuda de yên di navbera xelkê her dû welatan de û li ser têkiliyên duqolî biaxifin.”
Di wexta seredanê de, wê Herzog li Îstenbolê bi civaka Mûsewiyan re bicive.
Di wexta Herzog ji bo serokkomariya Îsraîlê hatibû hilbijartin, Erdoğan wî pîroz kiribû û ev têkilî bû sedem ku têkiliyên navbera her dû dewletan car din destpêbikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin