Tirkiyê rê neda Serokê Îsraîlê Herzog qada wê ya hewayî bi kar bîne

17 November 2024 22:02 0 dîtin
Tirkiyê rê neda Serokê Îsraîlê Herzog qada wê ya hewayî bi kar bîne

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku sedema rastî ya ku Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog beşdarî konferansa avhewayê ya COP29ê ya ku li Bakuya paytextê Azerbaycanê hat lidarxistin nebû "Tirkiyeyê nehişt balafira ku Herzog tê de bû bikeve qada hewayî ya wê."

Enqereyê rastbûna nûçeyê piştrast kir.

Li gor nûçeya ANKAyê, medyaya Azerî ku wek berdevkê hikûmeta Azerbaycanê tê dîtin, ragihand ku sedema rastî neçûna Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog di konferansa avhewayê ya COP29ê ya ku li Bakuya paytexta Azerbaycanê hat lidarxistin de ev bû: "Tirkiye nehişt balafira ku Herzog hildigirt têkeve qada hewayî."

Enqereyê piştrast kir ku Îsraîl daxwaza firînê ji Tirkiyê kiriye, lê wan destûr nedaye.

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê di daxuyaniya xwe ya ji bo medyaya Azerbaycanê de diyar kir ku "Sedema betalkirina Herzog ne ji ber ewlehiyê, qedexekirina Tirkiyeyê bû" û bal kişand ku destûr nehat dayîn ku balafira Herzog hilgirtiye qada hewayî ya Tirkiyeyê bi kar bîne.

Di daxuyaniya fermî ya Ofîsa Serokomariyê ya Îsraîlê da hat diyarkirin ku sefera Serokomarê Îsraîlê Herzog COP29 ji ber "sedemên ewlehiyê" hatiye betalkirin. Lê medyaya Azerbaycanê diyar kir ku sedema rastî redkirina Tirkiyê ji derbasbûna balafirên baskê siyonê yên Îsraîlê ji esmanê wê ye.

Karbidestên Azerî ji rojnameya Yediot Aharonot a Îsraîlî re axivîn, rastbûna nûçeyên medyaya herêmî piştrast kirin.

Li gorî rojnameya Yediot Aharonot, rayedarên Azerî ji ber rapora Îsraîlê ya li ser sedema betalkirinê aciz bûne û bi têkiliyên dîplomatîk hewl dane çarçoveya raporê biguherînin. Li gorî vê, tê gotin ku Wezîrên Îsraîlî yên ku hatine Bakûyê, beriya niha bi ser Gurcistanê ve seferên bazirganî pêk anîne; Çima Herzog rêyeke bi vî rengî hilnebijart, bû sedema bertekên rayedarên Azerbaycanê.